FRANSA DI MIJARA RAGIHANDINÊ DE RÛSIYA TEWANBAR KIR
Fransa diyar kir ku Rûsiya êrişên berfireh a bi nûçeyên derew û dijber ji Ukraniya re belav kiriye û ew tewanbar kir ku îda kiriye saziyên Fransî yên bi nav û deng ew nûçe parvekirine.
Berdevka Wezîra Derve ya Fransa Kartîn Kolona bi daxuyaniyê derbarê mijarê de got ku rayedarên Fransa hebûna hemleyeke medya dijîtal û lîstina bi agahiyan li dijî Fransa heye.
Kartîn Kolona, her wiha da zanîn ku aliyên hikûmî yên girêdayî dewleta Rûsiya cihê xwe di hemleya navborî de girtine, ev jî di riya mezinkirina agahiyên derdew û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Fransa ji bo têkbirina vî şerê belav ê Rûsiya serkêşiya wê dike, bi şirîkê xwe re di nava tevgerê de ye.”
Li aliyê din jî Berdevka Wezareta Derve ya Fransa Klir Lojander destnîşan kir ku hemleya Rûsiya gelek saziyên ragihaninê yên Fransî kirine kirine hedef û got ku di heman demê de malpera Wezareta Karê derve û malperên hikûmî kirine armanc û ev tişt naî ziman: “Ev di riya avakirina malperên sexte, pêk hatiye.”
FRANS PRES