SENDOQA RORÎ BÊK PÊŞBIRKA ROJNAMEVANÊN WÊNEKÊŞ BIRÊXISTIN KIR
Rojnamevanên Wênekêş ên di nûçeyên cîhanê de dîmenan pêşkêş dikin, dikarin beşdarî pêşbirkê bibin.
Sendoqa Rorî Bêk bi armanca bi armanca xelatkirina rojnamevanên Wênekêş ên filmên serbixwe amade dikin, pêşbirkê lidar bixin.
Sendoqa Rorî Bêk di sala 1995’an piştî kuştina wênekêşê rojnamevan Rorî Bêk dema li Mosko paytexta Rûsiya hate kuştin, hate avakirin.
Sendoqa Rorî Bêk dê xelatên Nûçe, Karê dirêj, Xelata bandora pîşeyî û xelata Martên El-Deir a ji para rojnamevanên serbixwe yên herîmî ve be, pêşkêş bikin.
Merca sereke ya beşdarbûna pêşbirkê divê madeya hatibe pêşkêşkirin, di televizyonekê, ajansekê an malperekê de di dema di navbera 30’ê tîrmeha 2022’an de û 17’ê tîrmaha 2023’an de hatibe weşandin. Di heman demê de madeyên ne bi zimanê ingilîzî hatibe amadekirin, wergera wê ya ingilîzî were pêşkêşkirin.
Dema dawî ya wergirtina madeyan di 17’ê tîrmehê de ye.
ÇAVKANÎ: TOREYA NAVDEWLETÎ YA ROJNAMEVANAN