LI ÎRANÊ DADGEHKIRINA 2 ROJNAMEVANÊN JIN LI SER DOZA XWEPÊŞANDANAN DESTPÊ KIR

0 8

Li Îranê dadgeha rojnamevanên jin Alîha Mihemedî û Nîlofer Hemadî yên ev meheke li ser doza xwepêşandanên dawî yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatibûn girtin, destpê kir.
Rojnameya Hemmîhen diyar kir ku wê Alîhan Mihemedî were pêşçberî dadgeha “15’an a Şoreşê” bi serokatiya Dadwer Ebû Qasim Selawatî yê berê ji aliyê Yekîtiya Ewropa bi tewana binpêkirinên mafê mirovan hatiye cezakirin.
Di heman demê de got ku rojnamevanan din ya beriya girtinê li Rojnameya Şer a Îranî kar dike, ew jî wê were pêşberî heman dadgehê.
Herdû rojnamevanên navborî ji beriya 8 mehan ve hatine girtin.
Gelek sazî û dezgehên ragihandinê û hiqûqnas girtina rojnamevanan rexne kirin û xwestin di zûtirîn dem de serbest werin berdan.

Leave A Reply

Your email address will not be published.