LI SÛDANÊ ROJNAMEVAN ASÊ MANE

0 12


Hejmarek rojnamevan ji ber şerê li Sûdanê di rewşa zehmet û dijwar de asê mane.
Li gorî agahiyan derdora 15 rojnamevan û xebatkarên buroyên qenalên televizyon û ajansan ji roja şemiyê ve li avahiya El-Kiweytiyê ya di kolana El-Nîl a paytext El-Xertûm de asê mane.
Rojnamevan ji ber şerê di navbera Artêşa Sûdanê û hêzên destwerdana Lezgîn a li nêzî Qsera Serokatiyê û Pira El-Melik Nimir û herêmên nêzî wê nema dikarin ji avahiyê derkevin.
Sendîkaya Rojnamevanan a Sûdanê ji bo parastina wan banga alîkariyê kir, di heman demê de ji hêzên şer dikin jî xwestin ku kerîdor jib o derxistina biryar û kuştiyan re were vekirin. Di heman demê rê were dayîn xebatkarên tenduristiyê birîndaran derman bikin û alîkariyan bighînin kesên asê mane.
Endamê Buroya Rêveber a Sendîkaya Rojnamevanan a Sûdanê Welîd El-Nuar derbarê mijarê de da zanîn pêwîstiya parastina rojnaemvanan di herêmên şer de û bang li hemû aliyan kirin rê ji rojnamevanan re were vekirin erka xwe bi azadî pêk bînin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.