NAVENDA METRO RAPORA XWE YA SALA 2022 EŞKERE KIR

0 9


Navenda Metro rapora xwe ya salane ragihand û diyar kir ku di 2022’yan de 431 binpêkirin li dijî rojnamevav hate kirin.

Li Silêmaniyê, Navenda Metro bi daxuyaniyeke çapemeniyê bîlançoya sala 2022’yan a binpêkirinên li hember rojnamevanan eşkere kir. Navendê ragihand ku Başûrê Kurdistanê ji bo karê rojnamevaniyê nebûye cihekî aram û rojnamevan li ser karê xwe rastî kuştin, lêdan, girtin û windakirinan tên.
Di daxuyaniyê de rexne li desthilata Başûrê Kurdistanê hat kirin û wiha hat gotin: “Piştî 32 salên desthilata hevbeş ya 2 hêzên Kurd; PDK û YNK’ê, rojnamevan di dema li ser karê xwe ne û bûyeran lêkolîn dikin, rastî êrişan û binpêkirinên cur bi cur tên. Ev di demeke wiha de ye ku berpirsên Herêma Kurdistanê berdewam qala avakirina hewayê azadiyê ji bo ragihandinê dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di sala 2022’yan de 431 binpêkirin li beramberî 301 rojnamevan û saziyên medyayê hatine pêkanîn. Bi vî awayî 195 bûyerên pêşîlêgirtinê, 68 bûyerên zeftkirin û şikandina kel û pelên rojnamevanan, 46 bûyerên êriş û gefan, 4 bûyerên girtina bi biryara dadgehê, 26 bûyerên lêdan û birîndarkirinê, bûyereke girtina kanalê, 2 bûyerên êrişên bi mûşekan, 3 bûyerên serdegirtina malên rojnamevanan û 6 bûyerên êrişên elektronîk.
Navenda Metro di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku piranî binpêkirin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine pêkanîn û wiha domand: “Di sala 2022’yan de reftarên hêzên ewlekariyê li beramberî tîmên ragihandinê nehatiye guhertin. Di heman demê de di bûyerên ku nirxê wan yê bûyîna nûçe heyî de, ji bo bûyerê lêkolîn nekin astengî ji rojnamevanan re hatiye derxistin. Binpêkirinên yasayî û reftarên li dijî prensîbên demokrasiyê û mafên mirovan, bûn sedem ku rêxistinên navneteweyî di aliyê azadiya fikir û rojnamevanan de rexne li desthilatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bikin û daxwaz bikin ku binpêkirinên li ser mafê azadiya fikir were rawestandin.”
Navenda Metro der barê rapora navneteweyî de jî wiha anî ziman: “Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor, Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û Human Rights Watch di raporên xwe yên sala 2022’yan de qala rewşa xirab a rojnamevanên li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Her wiha bang li desthilatdarên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ku dawî li zext û tundiya li ser rojnamevanan bînin.”

Leave A Reply

Your email address will not be published.