HUMAN RICHTS WATCH: TIRKIYÊ QEYDÊN LI SER RAGIHANDINÊN ZÊDETIR KIRIYE
Rêxistina Human Richts Watch di rapora xwe ya cîhanî ya taybet bi sala 2023’an de diyar kir hikûmeta Tirkiyê beriya hilbijartinên îsal ku tên payîn çend mehên din were lidarxistin, astengî û qeydên li ser ragihandinê hîn zêdetir û dijwartir kirine.
Human Richts Watch di rapora xwe de ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Serokkomar Erdogan bi zanebûn êrişî hemû aliyên rexneyan li hikûmetê digirin, dike. Ev yekê bi awayekî mezin bandor li ser saziyên ragihandinê yên li tevahî Tirkiyê dixebitin, kiriye.”
Di berdewama raporê de hate destnîşankirin ferizkirina qanûna ragihandinê û hin qanûnên din wekî qanûna çavdêriyê ku di encamê de cezayên nû li ser saziyên ragihandinê û li ser internêtê û malperên civakî jî dike.”
Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku piraniya saziyên ragihandinê yên têne çapkirin, Televizyonên taybet û her wekî din girêdayî şirketên têkiliyên wan ên xurt bi hikûmetê re hene. Ev rewş jî bandorê li naveroka nûçeyên wan kendalan dike.
Di raporê de hate bibîrxistin ku 16 rojnamevaên di saziyên ragihandinê yên kurdî de kar dikirin, di hizêrana meha derbasbûyî de li Amedê hatin girtin.
Di raporê de her wiha hate bibîrxistin saziyên ragihandinê rastî cezayên rawestandina mehane û cezeyên madî yên mezin têne. Wekî nimûne jî dengê Amerîa bi îdayeya ruxst ji Meclîsa Giştî ya Radyo û Tv ne xwestine hatine cezakirin.
Hêjaye bibrîxistinêye Tirkiyê yek ji welatên herî zêde xeztê li rojnamevanan dike û kar û xebatên wan asteng dike.