ZEXTA TUNISÊ LI XEBATÊN RAGIHANDINÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

0 11

30 rêxistin û komeleyên hiqûqî yên Tunisê bi daxuyaniyeke hevbeş tenkirina xebatên çapemeniyê û saziyên ragihandinê di hilbijartinên giştî yên Tunisê de, şermezar kirin.
Rêxistin û komeleyan di daxuayniya xwe de destnîşan kirin desteya hilbijartinan di xebatên hilbijartinê û hemû xebatên pê ve girêdayî azadiya ramanê hedef girtin, ev jî bi îdaya çavdêriya ragihandinê binpêkirina qanûnan hate kirin.
Di daxuyaniyê de hin dozên li dijî hin hin kesên normal, çalakvan û saziyên ragihandinê hate şermezarkirin û hate gotin ev kirinê wiha li dijî azadiya ramanê ye.

Di daxuyaniyê de kirinên desteya çavdêriyê ya hilbijartinan hate şermezarkirin û hate gotin ew rola dijberê ragihandinê û nerîna giştî girt û ev tişt ata rêzkirin: “Em gef, binpêkirina qanûn û destûrê qebûl nakin.”
Ev çavdêrî ji aliyê Desteya Bilind a Serbuxe ya Hilbijartinan ve di hilbijartinên 17’ê kanûnê de pêk hatin.
Rojnamevan û xebatkarên ragihandinê ev gav û kirinê hatin kirin bi tundî şermezar kirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.