SIWÊDÊ DAXWAZA TIRKIYÊ YA RADESTKIRINA ROJNAMEVAN POLENT KÎNÎST RED KIR
Dadgeha Bilind a Siwêdê daxwaza dewleta Tirk a derxistina û radestkirina rojnamevanê ji Tirkiyê Polent Kînîst ê bi tewana beşdarbûna derbeya 2016’an hatiye tewanbarkirin, red kir.
Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku gelek astengî li pêşiya radestkirina Serokê Edîtoiya Rojnmeya Zeman a Tirkiyê heye. Dagehê her wiha got radestkirina wî ne pêkane.
Rojnamevan Polent Kînîst (53) di sala 2016’an de piştî hewldana derbeya leşkerî ya li dijî Erdogan, ji Tirkiyê derket. Hêjaye bibîrxistinê di sala 2015’an de jî di bin navê rexneyên li dijî Erdgoan hate dadgehkirin.