RSF: DI SALEKÊ DE 533 ROJNAMEVAN HATINE GIRTIN Û 57 HATINE KUŞTIN

0 11

عدد غير مسبوق من الصجافيين المسجونين في العالم وإيران تنضم الى اللائحةRêxistina Nûçegihanên Sînornenas ) RSF( rapora xwe ya derbarê binpêkirin û sûcên sala 2022’an a li dijî rojnamevanan aşkere kir.
Li gorî raporê li seranserî cîhanê 78 jin di nav de 533 rojnamevan hatin girtin û 57 rojnamevan hatin kuştin. 65 rojnamevan jî wekî rehîne hatin girtin û 49 hatine windakirin.
Di raporê de navê 5 welatên herî zêde rojnamevan li wan hatine girtin wiha hate rizgarkirin, Çîn (110), Borma (62), Îran (47), Vêtnam (39) û Bêlarûsiya (31).
Bi vê raporê rêjeya girtina rojnamevannê jin bi rêjeya 30 ji sedî zêdetir bûye, ji rojnamevanên jin 78 rojnamevan di girtîgehan de. Hêjaye bibîrxistinê ye ku rêjeya jinên rojnamevan di giştî cîhanê de 15 ji sedî ye. Di salên berê de rêjeya jinên rojnamevan ên dihatin girtin 7 ji sedî derbas ne dikir.
Piştî çend meh di ser xwepêşandinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir rêjeya wê ya di girtina rojnamevanan de derket asta jor.
Rêxistinê di rapora xwe de jî bibîr xist ku Meksîk, Ûkrayniya, Hatayî, Berazîl, Sûriya û Yemen cihên herî zêde jiyana rojnamevanan tê de di xeteriyê de ye.

Rêxistina Sînor Nenas hedefgiritna Rojnamevan Îsam Ebdela a bi balafirên şer ên dewleta Tirk ku di destpêka roja 20’ê vê meha derbasbûyî de pêk hat, şermezar kir.
Li gorî raporên sala 2021’an di sala 2022’an de rêjeya rojnamevanên dema erka xwe pêk tanîn jiyana xwe ji dest dane bi rêjeya 18,8’an zêde bûye. Di 12 mehên derbasbûyî de 57 rojnamevan jiyana xwe ji dest dane. 65 rojnaemvan û alîkarên wan jî wekî rehîn hatine revandin.

Çend roj berê jî Yekîtiya Rojnamevanên Navdewletî (IFJ) rapora xwe ya sala 2022’an aşkere kir û tê de got ku 375 rojnamevan li seranserî cîhanê di girtîgehan de ne. Di rapora IFJ’yê de navê Tirkiyê yek ji welatên herî zêde rojnamevan lê hatine girtin. Lê Nûçegihanên Sînornenas di rêza welatan de behsa navê Tirkiyê ne kiriye.

Leave A Reply

Your email address will not be published.