Li MEXRIBÊ 7 ROJNAMEVAN KETIN GIRAVA BIRÇÎBÛNÊ
Li gorî Komîteya Piştgiriyê 7 Rojnamevanên ji Mexirbê (Fas) ên di girtîgehê de roja înê girava birçîbûnê ya ji bo 24 saetan dan destpêkirin.
Komeleya Mexribê ya Mafê Mirovan bi daxuyaniyekê bi bonea roja mafê mirovan a cîhanê rexnekirina tengkirina li ser bîrûrayê şermezar kir.
îro 10’ê Mijdarê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê ye. Komeleya Giştî ya Mafê Mirovan di sala 1948’an de ev roj wekî roja mafê mirovan binav kir.
Komeleya Mafê Mirovan a Mexribê girtina rojnamevanan jî şermear kir û dadgehkirina wan a li dûrî pîvanên rêgezên dadgeha eadil û pîvanên wê jî rexne kir.