UTELSAT WEŞANA PRESS TV A ÎRANÎ DA RAWESTANDIN

0 7


Şirketa Utelsat a Fransî weşana kenala Press Tv ya Îranê ku bi zimanê ingilîzî weşanê dike, da rawestandin.
Biryara rawestandinê piştî Yekîtiya Ewropa (YE) bi sûcê “mukirhatinê bi zorê” di hin girtiyên bi sûcên beşdarbûna xwepêşandanan de hatibûn girtin ceza li ser weşana wê kenalê birî, pêk hat.
Rêveberiya Kenala Press a Îranî jî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twiter peyamek belav kir û tê de got ku Utelsat ji ber cezayên nû ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve, weşana wan daye rawestandin.

Utelsat jî derbarê mijarê de ji ajansa Frans Pres re got ku li gorî cezayên ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve li binpêkirinên mafê mirova hatine kirin, wan biryar girtiye. Her wiha da zanîn ev li gorî siyasetên wan ên taybet û biryarên qedexekirinê pêk hatiye.

Ji destpêka serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku di 16’ê Îlonê de destpêkir girtina rojnamevanan û girtina rojname û heta kenalên tv li Îranê zêde bûne.

Leave A Reply

Your email address will not be published.