LI NÊZÎ EFRÎNÊ ÇALAKVANEKÎ RAGIHANINÊ HATE GIRTIN

0 6

Komeke çekdar a girêdayî dewleta Tirk çalakvanê ragihandinê yê ji koçberên Dera ya başûrê Sûriyê û ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê hatine bi cihkirin, binçav kir.
Li gorî agahiyan çalakvanê ragihandinê Zeyn El-Abidîn ê ji Derayê dema li Kefer Cenê ya Efrînê di ser bendeke kontorlê ya çekdarên girêdayî dewleta Tirk ve derbas dibû, hate binçavkirin. Heta niha jî malbatê tu agahî jê wernegirtiye.
Ev binpêkirina li Efrînê piştî çend rojan di ser bûyera li Serêkaniyê pêk hat. Li Serêkaniyê ya di bin destê Dewleta Tirk û komên girêdayî wê de parêzvanê berpirsê koma navê “Meclîsa Herêmî ya Serêkanyê” ya girêdayî dewleta Tirk û çeteyên wê li nûçegihanê Ajansa Qasyon Ebdulbast El-Ehmed dan.
Lê dan dema El-Ehmed li ser karê xwe yê ragihandinê bû û dixwest roportanê bi yek ji endamê Koalîsyona Opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê re kiriba, pêk hat.

Hêjaye bibîrxistinê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bûyerên revandin, kuştin û zextên li ser rojnamevan û xebatkarên ragihandinê zêde bûne. Ji wan bûyeran jî kuuştina çalakvan Mihemed Ebduletîf (Ebû Xenûm) a li bajarê Bab a rojhilatê Helebê bû.

Leave A Reply

Your email address will not be published.