LI TUNISÊ CEZAYÊ GIRTINÊ LI ROJNAMEVANEKÎ HATE BIRÎN

0 7


Hikûmeta Tunisê ji ber rojnamevan Xelîfa El-Qasimî çavkaniyên xwe ji hêzên ewlekariyê re aşkere ne kir, cezayê salek zindan lê birî. Radyoya Mûzayîk FM a El-Qasimî tê de dixebite agahî derbarê dadgehkirina wî de parve kir.
El-Qasimî li parêzgeha El-Qêrewan wekî nûçegihanê Radyo kar dike. Di meha Adarê de li gorî qanûna tekoşîna li dijî terorê hefteyekê hate destgirtin.
Sedema girtinê jî ji ber raporeke wî ya li ser ruxandina “şaneyeke terorist” û girtina endamên wê şandeyê pêk hat. Di wê dozê de Xelîfa El-Qasimî qebûl ne kir çavkaniyên xwe ji hêzên ewlekariyê re aşkere bike.
Sendîqaya Rojamevanan a Tunisê daxuyaniye derbarê mijarê de da û daxwaz kir, sûcên El-Qasimî werin rakirin.
Li gorî raporên derbarê azadiya ragihandinê de li Tunisê ev zêdeyî salekê ye zora li ser rojnamevanan zêde dibe. Li dijî van siyasetan rojnamevanên Tunisê jî xwepêşandanek lidar xistin û daxwaz kirin, zexta li ser rojnamevanan bi dawî bibe.

Leave A Reply

Your email address will not be published.