RÊJÎMA ÎRANÊ 2 ROJNAMEVANÊN JIN BI HEVKARIYA ISTXBARATÎ TEWANBAR KIR
Wezareta Istxbaratê û Istxbarata Pasteran a Îranê bi daxuyaniyekê hevbeş 2 rojnamevanê jin ên bi navê Nîlofer Hemadî ya di rojnameya El-Şeriq El-ISlah de dixebite û Alîhe Mihemedî ya di rojnameva Hem Mihin a islahî de dixebite bi têkiliya wan bi istxbaratên Amarîka ve tewanbara kirin. Herdû rojnamevan bi tewana doza girêdayî serhildanên gel ên piştî şehîdxistina jina ciwan a kurd JÎna Emînî pêk, hatibûn girtin. Di daxuyaniya hevbeş a istxbaratan de hate gotin Nelover wêneyek dema Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî dema di nexweşxaneyê de li ser texê nexweşxaneyê bû, belav kiriye. Her wiha hate îdakirin ew wêne hatiye çêkirin û girêdayî perwedeya istxbaratên Amarîka ye. Di daxuyaniya istxbaratan de her wiha hate îda kirin ku Alîha Mihemedî jî di dema bûyerê de berê xwe bajarê SIqiz ê Rojhilatê Kurdistanê û malbat û xizmên Jîna Emînî li dijî dewletê sor kir. Ev tewan û îdayên di daxuyaniya hevbeş a istxbarên Îranê de di nava rojnamevanên welat de rastî ne razîbûnek mezin hat. Ji destpêka serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û heta niha rêjîma Meleyan a Îranê zêdeyî 46 rojnamevan binçav kirine.