LI IRAQÊ BIRYARA DADGEHEK ROJNAMEVANAN WERE VEKIRIN

0 23

Piştî dozên li dijî rojnamevanan li Iraqê zêde bûn ku li gorî daneyên fermi yên sendîqaya rojnamevanan hejmara wan di nava vê salê de gihiştiye 30 dozan. Daxwaznameyek ji aliyê siyasetmedar û berpirsên hikûmetê hate xwestin dadgeha taybet bi rojnamevanan were vekirin.
Li ser vî esasî Meclîsa Dadgê ya Bilind li Iraqê briyar da dagehek taybet ji bo dozên li dijî rojnamevanan werin vekirin. Di heman demê de biryar hate dayîn lêpirsîn bi tu rojnmevanan re neyê kirin, bêyî endamek ji sandîkaya rojnamevanan an jî nûnerekî wan amade bibe.
Ev biryara ji Meclîsa Bilind a Dadê li Iraqê yekem care li tevahî herêmê tê girtin, bi vê jî tê payîn êdî nema tu alî karibin rojnamevanan bi awayekî bê ser û bêne xwestin. Di heman demê de tê payîn li her parêzgehekê beşê dadgehê were vekirin.

Hêjaye bibîrxistin çavdêriya Iraqê ya Mafê Mirovan aşkere kir ku bi dehan rojnamevanên ji başûr û hindirê Iraqê ber bi Başûrê Kurdistanê yên hin welatên din din ve koçber bûne.
Ev jî di encama gef û lêpirsînên bê ser ûber pêk hatine. Ev rojnamevanan jî gazinan ji vê mijarê dikin û dengên xwe gihandin çavdêriya Iraqê.
ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA EL-EREBÎ

Leave A Reply

Your email address will not be published.