RÊJÎMA ÎRANÊ ROJNAMEVANAN BINÇAV DIKE
Li gorî raporên herêmî û navdewletî rêjîma Îranê di çarçoveya xwepêşandan û meşên piştî bûyera şehîdxistina jina ciwan a kurd JÎna Emînî (Mehsa) rojnamevanan binçav dike.
Li gorî raporan rojnamevanên hatine binçavkirin Ilahî Mehdî û rojnamevan Nîlofer Hemadî yên li rojnameya Şeriqî Islahî de dixebitin.
Di heman demê de rojnamevan Elî Rida Xoşbext û Rûhelah Nexçî, her wiha rojnamevan û çalakvanê siyasî Mihemed Rida Celaîy Bor hatine binçavkirin.
Roja duşema derbasbûyî jî kamervanê rojnamevanî Yelda Meyrî di çalakiyên li Tehranê de binçav kirine. Li aliyê din jî li ser malperên dejîtal ên ji hindirê Îranê hate belavkirin ku rojnamevana di mijarê aborî de dixebite Fatma Recebî jî hatine binçavkirin.
Yektiya Navdewletî ya Rojnamevanan di vê derbarê de raporek weşand û tê de diyar kiriye di çend rojên dawî de 6 rojnamevan hatine binçavkirin. Di heman demê de ev kirinên rêjîma Îranê şermezarkirine û daxwaza serbestberdana wan kiriye.
Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan di rapora xwe de diyar kir rojnamevan Nelîfor Hemadî ya li rojnameya Şeriq de kar dike, her wiha kamervanê rojnamevanî Yelda Merî, her wiha rojnamevanên kurd Mesûd Kordebor û birayê wî Xisro, her wiha rojanmevana jin Merdiya Resûlî jî binçav kirine.
Balkêşe heta niha rêjîma Îranê derbarê van raporan de tu daxuyanî ne daye û tu agahî derbarê mijarê de parve nekirine. Hincetên wê yên binçavkirina rojnamevanan jî tewanbariya “berûvajîkirina rastiya, xepandina raya gistî û sorkirina welatiyan” e.
ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA: EL-EREBÎ