ASAYÎŞA SILÊMANIYÊ 3 ROJNAMEVAN BINÇAV KIRIN

0 19

Asayîşa Silêmaniyê rojnamevanên Rojnews’ê Botan Germiyanî û Birwa Esed li gel kamerevanê kompanyaya Chetr’ê Mihemed Ezîz binçav kirine.

Duh saet di 17:00’an de peyamnêrên Rojnewsê Botan Germiyanî û Birwa Esed li gel kameravanê kompanyaya Ajansê ya ragihandinê ya Chetr’ê Mihemed Ezîz di dema şopandina merasîma bîranîna Şehîd Şukrî Serhed de bêyî ti sedemek were nîşandan ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hatin binçavkirin.

Li gorî Rojnewsê di heman şeva girtinê de rêveberiya Rojnews û kompanyaya Chetr li ser girtina rojnamevanên xwe li gel Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Silêmaniyê, Şaxê Silêmaniyê yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Sentera Metro ji bo parastina mafê rojnamevanan peywendî danîne.

Her wiha di dema binçavkirinê de asayîşê kel û pelên şexsî û yên rojnamevaniyê yên rojnamevanên Rojnews û kameravanê Chetr’ê desteserkiriye.

Hêjayî gotinê ye ku ji beriya niha jî di dema şopandina xwepêşadanên Silêmaniyê de jî du peyamnêrên Roj News ê hatibûn binçavkirin û dest danîbûn ser amûrên wan yên kar û telefonên wan yên şexsî. Heya niha jî Asayişa Silêmaniyê kamera û amûrên wan yên kar ne dane wan.

Peyamnêrên Rojnews û Chetr’ê hîna nehatine berdan

Leave A Reply

Your email address will not be published.