JI TOREYA ROJNAMEVANAN A NAVDEWLETÎ PÊŞBIRKA FÎTOSÎF

0 21

Toreya Rojnamevanan a Navdewletî pêşbirka Fîtosîf a Rojnmevanan daye destpêkirin. Bi vê re jî êdî sazî û dezgehên çapameniyê dikarin rojnamevanên xwe ji bo pêşbirka Rojnamevanên bi dozên mirovî re mijûl dibin, ji bo pêşbirkê pêşkêş bike.
Li gorî malpera Toreya Rojnamevanên Navdewletî armanc ji pêşbirkê pênasekirina rojnamevanên bi dozên mirovî re mijûl dibin û ji bo wê rastî erkên zehmet û ne normal têne.
Di pêşbirkê de 4 beşên diyariyan heye, yek pêşxistina pêkanîna aştiyê, pêşxistina mafê sivîl, amadekirina raporên Lêpirsînî û xebatên ji bo rojnameya jîngehê ne.
Pêwîste raporên werin pêşandan di dema di navbera 1’ê Hizêrana 2021’an de 31’ê gulana 2022’an de hatibe weşandin. Li kêleka raporê jî werger bi zimanê Ingilîzî jî hebe.
Rojnamevanê rêza yekem bi dest bixe, wê diyariya bi qasî 114 hezar û 241 dolarên Amarîkî bi dest bixe, yê di rêza duyemîn de 22 hezar û 248 dolar û rêza sêyemîn 11 hezar û 124 dolar e.

Ji bilî dezgehan de Rojnamevanan jî dikarin navê xwe ji pêşbirkê re pêşkêş bikin.

Dema dawî ya pêşwazîkirina daxwaznameyan 1’ê Cotmehê ye.

ÇAVKANÎ: TOREYA ROJNAMEVANAN A NAVDEWLETÎ

Leave A Reply

Your email address will not be published.