LI TUNISÊ ROJNAMEVAN XESAN BIN XELÎFE HATE GIRTIN

0 12

Çalakvana Hiqûqî û Seroka Berê ya Komeleya jinên Demokratîk a Tunisê Yisra Fraws ragihand ku hêzên Ewlekariya Tundisê duh di saetên nîvro de rojnamevan û çalakvan Xesan Bin Xelîfa girtin.
Her wiha hêzên Ewlekariyê laptop û alavên Xesan ên li malê di dema serdegirtina malê de desteserkirin.

Rojnamevan Xesan Bin Xelîfa di malpera “Inhiyaz” de kar dike, di heman demê de wekî çalakvan û endamê Komeleya koma hiqûqî, aborî û civakî ye.
Heta niha sedema girtina rojnamevan Xesan ne hatiye aşkerekirin û rayedarên Tunisê derbarê bûyerê de tu agahî parvenekirine.
Girtina Xelîfa rast ne razîbûna çalakvanên Tunisê hate.
Çavkanî: Rojnameya El-Erebî

Leave A Reply

Your email address will not be published.