22 SAL CEZA LI ROJNAMEVANEKÎ RÛSÎ HATE BIRÎN
Dadgeheke Rûsî 22 sal cezayê girtîgehê li rojnamevanê Rûsî Îvan Saronof ê psporê Karûbarê Leşkerî birî.
Li gorî Frans Pres ku agahiya dispêre çavkaniyan tewana Ivan “Ixaneta Mezin” a li welat e.
Bi vê êdî wê Îvan Saronof ê 32 salî 22 salan di sîstema girtîgehên taybet û hişik de bê hiştin. Hêjaye bibîrxistinê Îvan ji sala 2020’an ve di girtîgehê de ye.