HIKÛMETA ŞAMÊ DIBÊJE ROJNAMEVANÊ AMAERÎKÎ AUSTIN TICE NE LI GEL WAN E
Piştî Serokê Amarîka hikûmeta Şamê tewanbar kir ku Rojnmevanê Amerîka Austin Tice li gel xwe girtiye. Hikûmeta Şamê red kir û got ku ne Astin Tice ne jî tu welatiyeke din ê ê Amarekî li gel wan girtiye.
Wezareta Karê Derve ya Hikûmeta Şamê derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku îdayên Badin derbarê mijarê de “ne cih dene û bi armanca belavkirina raya giştî” hatiye.
Wezareta Derve ya Hikûmeta Şamê her wiha di daxuyaniya xwe de destnîşan kir hikûmeta Şamê tu welatiyê Amerîkî ne revandiye.
Hefteya derbasbûyî şebekeya CNN a Amerîkî li ser zimanê berpirsekî payabilind di hikûmeta Bedin de got ku hikûmeta wan têkiliya yekser bi armanca serbest berdana Tice bi hikûmeta Şamê re çêkirine.
Rojnmevanê Amerîka Austin Tice wekî kamerevan di gelek saziyên nûçegihanî de wekî Frans Pres, Washonton Post, CBS de kar dikir. Di 14’ê Tebaxa sala 2012’an de dema li paytexta Sûriyê Şamê di bendeke kontrolê ya hikûmeta Şamê re derbas bû, winda bû.
Paşê di Îlona heman salê de rojnamevanê Amerîkî yê wê demê temenê wî 31 sal bû derket û çavên wî girtîbûn û li gel komeke çekdar a nayê zanîn derket. Ji wê demê ve tu agahî jê ne nayê.