LI MEKSÎKO CENAZEYÊ ROJNAMEVANEKÎ KUŞTÎ HATE DÎTIN
Rayedarên Meksîko ragihandin ku îro cenazeyê rojnamevan Xwaan Erxûn Lobîz ê hefteyek berê winda bû li bakur-rojavayê welat kuştî hate dîtin.
Çavkaniyek ji dozgeriya giştî ya Wîlayeta Sonora ji Frans Pras re aşkere kir ku di encama lêkolîna tibî de diyar bû ku mirin ji ber derbeya bi alaveke tûj li mejî ketiye, pêk hatiye. Her wiha da zanîn ku cenazeyê rojnamevanê 62 salî di riya şoptiliyan hate naskirin.
Hêjaye bibîrxistinê ku raporên Lobîz ên dawî li ser madeyên hişbir û vegera madeyên hatibûn dizîn bûn ev jî gumanan li ser aliyên li pişt kuştina wî bûn, çêdike.
Li gorî saziyên ji bo parastina rojnamevanan dixebitin, ji destpêka sala 2022’an de û heta niha 13 rojnamevan li Meksîko hatine kuştin.