ROJNAMEVANÊN LI TIRKIYÊ LI DIJÎ ÊRIŞA MUHTEMEL DAXUYANÎ DAN

0 16

Li gorî rojnameya El-Zeman 308 rewşenbîr, ekademisyen, rojnamevan, nivîskar û lîstikvanên filiman bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaz kirin, rê li pêşiya êrişeke muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin.
Reşenbîran di daxuyaniya xwe de êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê jî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku êrişa muhtemel a di xaka Sûriyê de di aliyê lêvegerê de ne di cih de ye û hate gotin îda û hincetên metirsîna ji aliyê Sûriyê ku Erdogan behsê dike, behaneyên ne di cih de ne ku hikûmeta Erdogan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.

Di daxuyaniyê de bahsa herêma dê êriş li dijî wê pêk were hate kirin û hate gotin li wê herêmê gelekî parastina xaka xwe dike jiyan dike û rastî gelek êş û zehmatiyan hatiye, her wiha rastî kuştinê hatiye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin êrişa muhtemel dê sûdê ji bilî rêjîma desthiladar a Tirkiyê li tu kesî neke û wiha hate gotin: “Wê zirareke mezin li tevahî gelê Sûriyê bike. Ev wê zirareke mezin li ciwanan bike. Ciwanên wê neçar bibin li ser xakeke biyanî şer bikin, bibe.”
Di daxuyaniyê de her wiha helwesta opzisyona li Tirkiyê ji ber helwesta wan a beranberî siyasetên şerker a desthiladariyê hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Ev helwest opozisyonê bike şirîkê sûcên dijî mirovahiyê û xwîna dê were rijandin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha xîtabî opozisyonê hate kirin: “Hûn ditirsin we bikin alîgirên PKK’ê û we wekî terorist pênase bikin. Wiha jî hûn dengên xwe di hilbijartinan de winda bikin. Em ji ji we dixwazin hûn dûrî bê dengiya xwe bikevin.”

Leave A Reply

Your email address will not be published.