RÊXISYINA ALFRED FRIENDLY HEVALTIYÊ JI ROJANMEVANANRE PÊŞKÊŞ DIKE
Rêxistina Alfred Friendly ji rojnamevan yên li welatên cîhana 3’yemîn daxwaz kir beşdarî sîstema hevlatiyê ya rê bide wan beşdarî perwedeya pêşxistina ezmûna xwe ya amadekirina raporên nivîskî, edîtorî û her wekî din di karê ragihandinê de bibin. Ev jî rê dide rojnamevanan beşdarî odeya nûçeyan a Amarikî ya girêdayî rêxistinê bibin.
Li gorî rêxistinê di heman demê de bi vê perwedeyê wê rê li ber rojnamevanan veke da ezmûnan bi hev re parve bikin û hevatiya di navbera wan de hîn zêdetir were pêşxistin.
Hevatiya rêxistin behsa wê dike wê wê 2 hefteyan dewam bike. Bername wê hemû mesrefa çûn, hatin û mayînê bigre ser xwe.
Mercên beşdarbûnê dive ezmûna rojnamevan ne kêmî 3 salan be, di heman demê de divê niha di saziyeke ragihandinê de kar dike, her wiha dive temenê beşdar di navbera 25 û 35 salan de be. Her wiha pêwîste zimanê Ingilîzî niviskî û axaftin baş bizane.
Dema dawî ya pêşwazîkirina pêşbirkê 31’ê vê tabaxê ye.