LI TIRKIYÊ ROJAMEVANÊ ISPANÎ LÊDAN XWAR

0 24

Rojnamevanê Ispanî Luis Miguel Hurtado ku psporê karûbarê Rojhilatê Navîn e aşkere kir li bajarê Istenbol komeke ciwanê tirk li wî û hevjîna wî dan. Hurtado, matmayî ma û destnîşan kir nijatperestên tirk wan bi penaberên Sûriyê şebihandin, ji lewra êrişî wan kirin.
Rojnamevanê Ispanî ev agahiyên derbarê bûyerê de li ser malpera xwe ya Twterê parve kir û aşkere kir 3 ciwanên nijatperest ên tirk zêdeyî deh deqeyan bela xwe di wan dan û çiqmaq ji wan xwestin paşê quncikên çixareyên xwe avêtin ser hevjîna wî.
Luis Miguel Hurtado, di Tewetta xwe de diyar kir ku ciwanên tirk bi sedan mitran li pey erebeya wî ketin û nişkave li serî wî dan, heta hin welatiyên din destwerdan kirin û ew ji koma êrişkar rizgar kirin. Paşê ew rakirin nexweşxaneyê ji bo dermankirinê.
Luis Miguel Hurtado, di posta xwe de dibêje ew matmayî maye, zêdeyî 80 ji sedî kesên nerînên xwe derbarê bûye de dane, mijarê bi şibihandina wî û hevjîna wî bi welatiyên ji Sûriyê yan Efganistanê ve girêdidin. Ev jî asta nijatperestiya li Tirkiyê li dijî welatiyên Sûriyê nîşan dide.

Wekî lêdana penaberên ji herdû welatan rewa nîşan didin. Di heman demê de gelek çalakvanan piştgiriya xwe bi rojnamevanê Ispanî re anîn ziman û xwestin êrişkar werin cezakirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.