RÛSIYA ROJNAMEVAN YEFÎNGÎ KÎLSÎLOV XIST LÎSTEYA XWE YA KESÊN FIRAR KIRINE

0 8

Rojnemeyeke Rsiya di nivîseke xwe de diyar kir ku Wezareta Hindir a Rûsiya navê pêşkêşvan û rojnamevanê dijber ku li Ûkrayna kar dikir Yefîngî Kilsîlov (66) xist lîsteya xwe ya kesên firakirine. Ev biryar li gorî madeyeke qanûna cinayî ya Rûsiya pêk hatiye, lê naverok û hejmare madeyê ne hat eşkerekirin.

Kilsîlov, di sala 2008’an de dest bi karê xwe yê televizyona Ûkreyana kir û bi wê xebata xwe di Rûsiya de bû xwedî nav û dengek.
Li aliyê din jî di radyaoya Îxo ya Mosko de bernameya “Dengvedana Moskova” pêşkêş dike.
Bi şerê li Ûkrayna re navê Kilsîlov di lîsteya “Ajansê Biyaniyan” hate bi nav kirin.
Kilsîlov, li ser malpera xwe ya Facbookê peyamên tê de hikûmeta Rûsiya rexne dikir û digot ku Artêşa Rûsiya tundiyê li Ûkreyna bikar tîne, weşand.
Hêjaye bibîrxistinê, Rûsiya piştî êrişa xwe ya li dijî Ûkrayna hejmarek saziyên ragihandinê ji Radyo, Tv û her wekî din girtin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.