Rojnamevaneke Holendî hikûmeta Başûrê Kurdistanê tewanbar kir

0 51

Rojnamevan Holendî Frederic Gerdinck rayedarên Başûrê Kurdistanê tewanbar kir ku ew birin balafirxaneya Hewlêrê û ji wire w dersînor kir.
Frederic Gerdinck derbarê mijarê de peyamek li ser malpera xwe ya Twterê parve kir û destnîşan kir ku Hikûmeta Serokê Tirkiyê Erdgoan tewanbar kir û got ku ew li pişt derxistina wê ya ji Başûrê Kurdistanê ye ev tişt anî ziamn: “Ez xistim erebeyek polîsan de û paşê ez birim balafirxaneya Hewlêrê. Ez li Başûrê nayêm xwestin destê Erdogan li wir dirêje.”
Frederic Gerdinck, her wiha da diyarkirin ku ew bi armanca derbasî bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe, berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê û li deriyê Fîşxabûr ew hate rawestandin.
Hêjaye bibîrxistinê ku Frederic Gerdinck di çileya sala 2015’an de li Tirkiyê çend rojan hate girtin û piştî hate dadgehkirin.
Ajansa nûçeyan a Holengî li ser zimanê berdevkê Wezareta Karê Derve ya Holengî derbarê dersînorkirina Frederic Gerdinck de got qunsulisê Holengî li Hewlêrê ji rayedarên Başûrê Kurdistanê ket nava têkiliyê.
Di heman demê de Berdevkê Wezareta Derve ya Holenda got ku wan derbarê hemwelatiya xwe bi Wezîrê Karê Derve yê Iraqê re ket nava têkiliyê.

Leave A Reply

Your email address will not be published.