LI PAKISTANÊ ROJNAMEVANEK JI BER REXNEKIRINA HIKÛMETÊ HATE GIRTIN

0 22

Hikûmeta Pakistanê rojnamevanê naskirî Imran Riyad Xan ji ber hikûmet rexne kiriye, binçav kirin. Imran Riyad Xan Serokwezîrê Pakistanê bi gendeliyê û têkçûna wî di rêveberiya welat de tewanbar kir.
Xan ji ber van nerînan hate binçavkirin.
Wezîrê Karê Hindir ê Hikûmeta Herêmî ya herêma Elbincab Melek Ehmed Xan derbarê mijarê de krte daxuyaniyek da û got ku rojnmevan Imran di doza welatiyekî pêşkêş kiribû, dema ber bi bajarê Lahor a paytext Islam Ebad ve derketibû rê hate girtin.
Ehmed Xan, her weha destnîşan kir ku rojnamevan Imran di riya saziyên ragihandinê re li dijî saziyên dewletê axiviye û teşît bi saziyên leşkerî kiriye.
Parêzerê Rojnamevan Imran Riyad Xan derbarê bûyerê de agahî da û diyar kir Riyad Xan ji aliyê polîs û hêzên teybat ve hatiye girtin û ev gav bi gaveke derqanûnî bû.
Rojnamevanê Pakistanî Imran Riyad Xan 2 roj berê rexneyên tuj li hikûmeta Pakistanê kiribû û ew bi gendeliyê tewanbar kiribû. Di heman demê de ji saziyên leşkerî xwestibû di zûtirîn dem de destwerdanê bike da ku welat ji aloziya heyî derbixe.

Leave A Reply

Your email address will not be published.