LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI 6 MEHAN DE 22 BINPÊKIRIN

0 21

Sendîqaya Rojnamevanan a Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê aşkere kir, di nava 6 mehên derbasbûyî de li Başûrê Kurdistanê 22 bûyerên binpêkirinên li dijî rojnamevanan pêk hat.
Li gorî daxuyaniyê binpêkirinên hatine belgekirin di rapora bi hejmara 29’an hate dayîn.
Endamê Desteya Rêveber a Sendîqaya Rojnamevanan a Başûrê Kurdistanê Mihemed Eqrawî rapor bi civîna çapemeniyê li Hewlêrê aşkere kir û got: “Binpêkirin ji şikandina alavên rojnemevanan û destserkirina wan, heta berdana komî ya saziyên ragihandinê û girtina hin kenalên televizyonê pêk dihatin.”
Eqrawî di berdewama axaftina xwe de da zanîn binpêkirinê hatine kirin, li dijî 62 rojnamevanan li seranserî herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatine û wiha dom kir: “Ji wan 12 rojnamevan hatin girtin, 8 caran rê ne hate dayîn rojnamevan bûyeran bişopînin, 3 bûyerên şikandana alavên wa û 11 bûyerên qewitandina rojanamevanan, yek ji an jî girtina saziyê bû.”

Leave A Reply

Your email address will not be published.