LI SOMALYA ROJNAMEVAN BIRÎNDAR BÛN
Li herêma Hîran a navê Somalya yê 2 rojnamevan ji ber êrişa dewriya hikûmetê birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyekî di Sendîqa Rojnamevanan a Somaliya rojnamevan Ebdulkerîm Mihemed Siyad û Xalid Mehmûd Osman ên di buroya ragîhandinê ya Wîlayeta Herşbîliya ya Fidral kar dikin, di encama êrişê de birîndar bûn.
Li gorî agahiyan erebeya wan rastî êrişa bi madeyên teqemenî hat û niha herdû rojnamevan di nexweşxaneya bajarê Bildiwîn de têne dermankirin.
Sendîqaya rojnamevanan a Somaliya êriş şermezar kir û derbarê mijarê de Berpirsê Rojnamevanan li Somaliya Ebdela Mumin ji rojnameya El-Erebî El-cedîd re got ku ew dawaz dikin ku lêpirsîn derbarê mijarê de were vekirin û agahiyên derbarê êrişê de werin dayîn.
Hêjaye bibîrxistinê ye ku di salên dawî de Somal di hejmara bûyerên tundiya li dijî rojnamevanan paş de gav avêtine û binpêkirinên li ser rojnamevanan kêm bûne. Lê li gorî raporan hîn jî metirsîn li ser rojnamevanan li vî welatî heye.