LI HINDÊ ROJNAMEVANEK HATE BINÇAVKIRIN
Toreya Saziyên Dejîtal ragihand ku rayedaran li Dilhî ya Hindistanê rojnamevan Mihemed Zibêr bi îaya reşkirina baweriyên olî binçav kir.
Mihemed Zibêr di xebatên avakirina malpera internêtê ya derxistina rastiyan de cih girt. Rayedarên Hindê jî destnîşan kirin ku girtina Mihemed Zibêr bi tewana reşkirina baweriyan û ew li gorî qanûna parastina ol û baweriyan pêk hatiye.
Ajansa Nûçeyan a Asya ya navdewletî derbarê mijarê de li ser zimanê çavkaniyekî ji plîsên Dilhî got ku Zibêr li ser giliyê derbarê hesabê wî yê Twitterê pêk hatiye.
Deh rêxistinên mafê mirovan di roja cîhanê ya rojnamevanan ku di meha derbasbûyî de bû, ragîhandin ku li Hindistanê hedefgirtina rojnamevanan û çalakvanên internêtê yên rexne dikin, zêde bû ye.
Hêjaye bibîrxistinê, Hinistan ji 180 welatan di lîsteya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas amade kiriye, di rêza 150’yî de ye.
RUTERS