YRA’yê bi rojnmevanên Helebê re civiya
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi armanca nirxandin û nîqaşkirina encama Kongreya xwe ya 6’an û parvekirina encamên wê, bi xebatkarên ragihandinê yên li Helebê re her wiha guhdarkirina naskirina kêşe û pirsgirêkên rojnamevanan, civînek lidar xist.
Civîn bi beşdarbûna hejmarek xebatkarên ragihandinê yên li Helebê, hate lidar xistin
Civîn ji aliyê endamên Kordînasyona YRA’yê ya Heleb û Efrînê Sozdar Weqas û Mihemed ve hate birêve birin Di civînê de naveroka kongreyê hate vegotin û rêziknameya hindirîn a di kongreyê de hate nûkirin hate xwendin.
Di civînê de xebatkarên ragîhandinê nerîn, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman. Di dawiya civînê de mijar û pirsgirêkn ragîhandinê bi giştî û kêşeyên tên pêşiya rojnamevanan bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de jî rojnamevanan nerîn û pêşniyarên xwe yên ji YRA’yê anîn ziman.
YRA