Rojnemavanek Fransî li Ukrayna hate kuştin
Rojnamevanê Fransî Frederic Leclerc dema li Ukrayna derxistina sivîlan ji rojhilatê welat dişopand hate kuştin.
Rayedarên Fransa û Ukrayna ragîhandin ku Leclerc bi destê hêzên Rûsî hatiye kuştin.
Serokê Fransa Emmanuel Macron derbarê mijarê de li Twitterê peyamek parve kir û tê de wiha nivîsî “Leclerc ji bo rastiya şer ji cîhanê re diyar bike, li Ûkrayna bû. Ez careke din piştgiriya Fransa bi wan kesên ragihandina rewşê li herêmên şer dane ser xwe, dubare dikim.”
Televzyona BFM ya ku Rojnamevanê Fransî Frederic Leclerc ev 6 sal in lê kar dike, ragîhandin ku temenê wî 32 sal in û ev cara duyemîn bû li Ukrayna reşa şer dişopand.
Li aliyê din jî Wezîra Karê Derve ya Fransa Kartîn Kolona da zanîn ku Rojnamevanê Fransî Frederic Leclerc di encama topbana hêzên Rûsiya li rojhilatê Ukrayna jiyana xwe ji dest da.
Rêxistina Nûçegîhanên Sînornenas kuştina Rojnamevanê Fransî Frederic Leclerc şermezar kir.
Mûdirê Rêxisitnê derbarê mijarê de ji ajansa Frans Pres re axivî û got ku rojnamevan kesên sivîlin û kuştina wan dikeve çarçoveya sûcên şer.