Hê jî ji Zûbêr Biradostî zaniyariyek tune ye
Ev 7 rojin peyamnêrê ajansa Rojnews Zubêr Biradostî li başûrê Kurdistanê hatiye binçavkirin û heya niha jî tû zanyariyek li ser
nine.
Peyamnêrê Rojnews Hemedemîn Nebî yê weke Zubêr Bradostî tê naskirin, di 21’ê vê mehê de hat binçavkirin.
Li gorî lêkolînên hatine kirin û zanyariyên ji kesekî nêzî Zubêr Biradostî hatine wergirtin, Zubêr Biradostî ji aliyê îstixbarata Fermandeya Helgurd ya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)’ê ve ji bo baregeha fermandariyê hatiye bang kirin, piştre hatiye binçavkirin û şandine bajarokê Mesîf ya ser bi Hewlêrê. Ji malbat û xizmên Zubêr re ragihandine ku qet pirsa wî nekin, heya ku ew bixwe xeberek didin malbatê.
Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, asayîşê ragihandiye ku sedemê binçavkirina Zubêr ji ber karê wî yê rojnamevanî li herêma Biradostê ye.
Ajansa Nûçeyan a Ronews’ê peywendî li gel Fermandeyê Fermandeya Helgurd a ser bi PDK’ê Behram Arif re kir, lê wî fermandeyî ragihand ku tu haya wan ji binçavkirina Zubêr Biradostî nîne.
Hêjayî bibîrxistinê di nava salek de peyamnêr Zubêr Biradostî cara duyemîne tê binçavkirin. Di demsala Zivistanê de jî Zubêr Biradostî hatibû binçavkirin û piştî çend rojek di asayîşa navçeya Soran de ma, bi kefalet hatibû berdan.
Ji aliyê xwe ve Navenda METRO ya ji bo parastina mafê rojnamegeran, li ser binçavkirina peyamnêr Zubêr Bradostî daxuyaniyek nivîskî belav kir. METRO binçavkirinê şermezarkir û daxwaza azad kirina Bradostî kir.