Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) salane rapora binpêkirinên li dijî rojnamevanan, li ser asta Sûriyayê amade dike. Di raporê de bûyerên kuştina rojnamevanan, binçavkirin, astengkirin û her wekî din têne belgekirin. Di rapora îsal (2024) de kuştina 8 rojnamevanan hatin belgekirin, her wiha herî kêm 6 rojnamevan hatin girtin, di heman demê de gelek bûyerên binçavkirin, astenkirina di dema li ser kar de û binpêkirinên bi rêbazên din li dijî rojnamevanan hatin kirin. Balkêş bû piraniya bûyerên astengkirin û binpêkirinan li herêmên hikûmeta Şamê ya hate ruxandin de pêk hatin.
Heger em binpêkirinên li dijî rojnamevanan li gorî sala beriya wê bipîvin, diyar e hejmarar binpêkirinan û bi taybet di mijara kuştina rojnmevanan de zêde bûye.
Beriya em bikevin nava detayên bûyerên binpêkirin û sûcên li dijî rojnamevanan pêwiste em balê bikşînin ser wê yekê ku sala 2024’an xaka Sûriyayê wekî sê herêmên cûda parvekirî bûn. Di her herêmekê de rêveberî û desthiladariyeke cûda hebû. Herêma rêjîma Bees ya rûxyayî (Beşar El-Esed), herêmên di bin dagirkiriya dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê de û herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê.
ROJNAMEVANÊN CANÊ XWE JI DEST DAN:
Di sala 2024’an de 8 rojnamevan û çalakvanên ragihandinê hatin kuştin. Nasnameyên wan û çawa hatin hedefgirtin hatin belgekirin. Balkêş e ku piraniya bûyerên kuştina rojnamevanan li herêmên rêjîma Şamê ya rûxayî bûn. 2 rojnamevan jî li herêmên Rêveberiya Xweser bi êrişa belafirên bêmirov ên deweleta Tirk jiyana xwe ji dest dane.
-Di 20’ê çile de li bajarê Humisê ya naverasta Sûriyayê cenazeyê rojnamevanê 70 salî Mihyedîn Izedîn El-Hesen di mala wî de kuştî hate dîtin. Li gorî çavkaniyên herêmî ji aliyê hin kesan ve hatinû xeniqandin.
-Di 1’ê cotmehê de rojnamevana jin Sefa El-Ehmed di encama bombebarana balafirên şer ên Israîlê de li dijî taxa Mezê ya Paytexta Sûriyê Şamê hate kuştin.
-Di destpêka meha mijdarê de 3 xebatkarên ragihandinê bi êrişên hikûmeta Şamê hatin kuştin. Yek li Helebê hikûmeta rêjîma Esed nexweşxaneya Camiî ya Helebê bi belafirên şer bombebaran kir. Di encamê de çalakvanên ragihandinê Ehmed El-Omer û Elai El-Ebreş de hatin kuştin. Ev bûyer di dema şerê di navbera hikûmeta Esed û çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam de pêk hat.
-Di destpêka heman mehê de jî hêzên hikûmeta Şamê erebeya çalakvanê ragihandinê Mistefa El-Sarût gule baran kirin. Di encamê de El-Sarût hate kuştin.
-Di 5’ê Mijdarê de kamîrevanê ragihandinê Enes El-Xerbotlî yê ku ji Ajansa Elmanî (DPA) re kar dikir, li nêzî bajarê Hema di encama şerê di navbera hikûmeta rêjîma Esed û çekdarê Heyet Tehrîr El-Şam de hate kuştin.
-Di 19’ê kanûnê de herdû xebatkarên ragihandina Azad rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn li nêzî Bendava Tişrînê di encama bombebarana balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan.
Di heman êrişê de ajokkarê erebeyê yê li gel wan Ezîz Hecî Bozan bi giranî birîndar bû. Li gorî çavkaniyên ewlekarî êriş çend kîlometreyan dûrî cihê şer û di dema herdû rojnamevan vedigeriyan pêk hatiye. Ev isbat dike ku êriş bi zanebûn ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye.
Malbatên Nazim û Cîhan ên li Bakurê Kurdistanê ne, xwestin cenazeyên zarokên xwe bigirin, lê dewleta Tirk rê ne da cenaze derbasî warê wan were kirin û li gorî isûlên qanûnî li warên xwe werin definkirin, ji lewra cenazeyên wan li bajarê Qamişlo hatin oxirkirin.
LÊDAN Û TOPBARANA LI DIJÎ ROJNAMEVANAN
Di sala 2024’an de li seranserî herêmên Sûriyayê hejmarek rojnamevan rastî astengî û êrişan hatin. Di encamê de rojnamevan birîndar bûn, an hatin tirsandin, an jî karê wan ê rojnamevaniyê hate astengkirin.
-Di 24’ê meha cotmehê de balafirên bê mirov ên dewleta TIrk li bajarê Amûdî yê kantona Cizîrê ekîbên ragihandinê dema êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li ser stasyona kehrebeya bajar dişopandin, careke din stasyon bombebaran kir. Di encamê de hin ji wan bi sivikî birîndar bûn. Karê wan jî hate astenkirin.
Li gorî belgekirina me Xebatkarên ragihandinê yên li wir bûn ev in: Cemîl Omer ji Radyoya Orkêş, Sîmav Mihemed nûçegihana Ajansa ANHA, Osman Polot, Fewaz Mihemed û Ciwana Cuma ji Ronahî Tv.
-Di 12’ê adarê de li bajarê Babê yê li bakur rojhilatê Helebê ku di bin dagirkiriya dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê de ye, koma çekdar a bi navê “Ehrar Olan” ku tê gotin girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam e riya çalakvanê ragihandinê Celal El-Telawî û malbata wî qut kirin û êşkence lê kirin.
-Hêzên Ewlekariya Hinidr a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên cûda rê ne dan hejmarek rojnamevan dîmenan bikşînin. Di encama lêkolîna me de behaneya wan ji bo qedexekirinê rewşa ewlkarî û carna ewlekariya rojnamevanan bi xwe bû.
Li aliyê din jî rojnamevan Kemal Şêxo îda kir ku li bajarê Hesekê ji aliyê hêzên ewlekariya hindir ve rastî lêdanê hat. Me wekî Yekîtî derbarê mijarê de têkilî bi rêveberiya hêzên Ewlekariya Hindir re çêkir. wan îdaya Kemal Şêxo ya derbarê mijara lêdanê de red kirin.
-Li aliyê din nûçegihana Ronahî Tv Ciwana Cuma ji aliyê hin malperên Mdeya Dîjîtal ên girêdayî dewleta Tirk ve rastî gefa kuştinê hat. Di gefxwarinê de hate gotin ku divê çarenûsa Ciwana Cûma wekî ya Şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn be û bibe hedefa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk.
-Rojnamevan Sîlva El-Ibrehîm ji aliyê malperên girêdayî dewleta Tirk ve rastî gefxwarinê hat û Rojnamevan Zeyneb Xilêf jî rastî gefa şaneyên razî yên çeteyên DAIŞ’ê hat. Ev gefxwarin di riya malperên medya dijîtal re pêk hatin.
BINÇAVKIRINA ROJNAMEVANAN:
Binpêkirinên li dijî rojnamevanan ne tenê di çarçoveya kurştin û hedefgirtinan de sînordar bû. Lê belê hejmarek ji ber xebatên xwe yên ragihandinê hatin girtin û di girtîgehan de hatin cezakirin.
-Di 15’ê Cotmehê de Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li Idlibê çalakvanê ragihandinê Ebdulezîz El-Hisî binçav kir.
-Hêzên hikûmeta Şamê (rêjîma Esed) di 19’ê Îlonê de rojnamevan û endamê Meclîsa bajarê Humsê Wehîd Yezbek binçav kirin. Li gorî çavkaniyan sedema girtinê aşkerekirina belgeyan ku di hilbijartinên parlemana Sûriyê de sextekarî hatiye kirin nîşan dida, pêk hat.
– Di 28’ê Tebaxê de komên çekdar ên girtêdayî dewleta Tirk li gundên Helebê ya Bakurê Sûriyê kamervanê ragihandinê Bekir El-Qasim binçav kirin. Li gorî agahiyan komên çete ew radestî Istxbaratên dewleta Tirk kir û metirsî li ser çarenûsa wî heye.
-Di 27’ê sibatê de hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Şamê (rêjîma Esed) rojnamevan Mehmûd Ibrehîm vexwend dadgehê “Qesra Edaleltê” ya bajarê Tertûs û li ji wê derê hate binçav kirin. Sedema girtinê ji ber li ser medya dijîtal xwepêşandinên li Siwêda yên li dijî hikûmeta Esed parve dikirin, hate nîşandan.
Desteserkirina alavên kar û milkên rojnamevanan
Komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk di dawiya sala 2024’an de bi destpêka êrişa li ser Helebê de dest bi êrişa li ser herêma Şehbayê kirin. Di encama êrişê de bi dehezaran welatî koçber bûn û mal û milkên wan ji aliyê çekdaran ve hatin destserkirin. Di nava rojnamevanan de Idrîs Henan, Ferîde Hemkê û Rûken Elût di Ajansa Nûçeyan a Firatê de kar dike. Ferîde Zade di kampaniya Nefel a xebatên ragihandinê de kar dikir. Zekeriya Şêxo di Ronahî tv de kar dike. Ji bilî wan bi dehan karmend û xebatkarên ragihandinê yên di saziyên ragihandinê de kar dikirin,
Li aliyê din ev zêdeyî 5 sal in binpêkirinên li dijî dehan rojnamevanên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin dewam dike. Di wan êrişan de mal û milên bi dehan rojnamevanan hatine destserkirin û komên çete di malên wan de bi cih bûne. Ev binpêkirin hîn jî dewam dikin.
KOMÎTEYA ŞOPANDINA ENCAMÊN LÊKOLÎNA XEBATA XWE AŞKERE KIR
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê di 2’ê cotmehê de Komîteya Şopandina Rastiyan derabrê êrişên li dijî rojnamevanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ava kirin. Bi boneya Roja Cîhanî ya Dawîkirina Filitîna ji Cezayan li ser sûcên li dijî rojnamevanan rapora xwe aşkere kir.
Rapor li ser êrişa bi balafirên bêmirov li dijî ekîba JIN TV pêk hat, aşkere kir.
Rapor bi daxuyaniyekê çapemeniyê li bajarê Qamişlo hate aşkerekirin.
BI NAVÊ RAGIHANDINÊ LI DIJÎ WELATIYAN BINPÊKIRIN
Di dema di navbera Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û Artêşa Sûriyê de şer deket û hêzên HTŞ’ê dest danî ser hin herêman, Hin kesên mertalên xebatkarên ragihandinê lixwe kiribûn li dijî welatiyan binpêkirin pêk anîn. Di heman demê de hin ji wan kesan gef li pêkhateyên Sûriyê xwarin û bûn hêmanê belavkirina nijatperestiyê.
WEKÎ ENCAM:
Di encama rapora me û belgekirinên hatin kirin de, di sala 2024’an de hin aliyên beşek ji xaka Sûriyê bi dest xistine, zagonên mafê mirovan binpêkirin. Bi taybet madeya 19’an a ragihandina cîhanî ya mafê mirovan û madeya (19-2) ji peymana taybet a mafê sivîl û siyasî, hatiye binpêkirin.
Di heman demê de zagonên navdewletî û mirovî û bi taybet xala 34’an ji qanûna ku balê dikşîne ser rêzgirtina û parastina rojnamevanan di herêmên şer de. Bi taybet ku rojnamevan tu metirsiyê li ser tu aliyan ava nakin.
PÊŞNIYAR:
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di dawiya rapora xwe de komek pêşniyarên dibe alîkariya rojnamevanan û xebatkarên ragihandinê bikin, ku karibin rewşa heyî ya ragihandinê pêş bixin, destnîşan kirin. Di encamê de jî zehmetî û kelemên pêşiya xwe ji holê rakin.
-Divê hemû aliyên cihê xwe di şerê Sûriyayê de digrin hemû rojnamevanan û xebatkarên ragihadninê yên ji ber karê xwe bi zordarî hatine girtin, sebest berdin.
-Çarenûsa hemû xebatkarên ragihandinê ji wan jî rojnamevan Ferhad Hemo yê di 15’ê çileya sala 2014’an li ser riya Qamişlo-Til Koçer ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate revandin, were aşkerekirin. Rê ji hemû saziyên ragihandinê re were vekirin û li gorî nêzîkbûn û dûrbûna wan ji desthildaran destê xwe dirêjî xebatên ragihandinê nekin.
-Hemû “Yasayên Ewlekariyê” yên azdiya ramanê li tevahî xaknîgeriya Sûriyê binpê dike, ji holê werin rakirin.
-Hêza ragihandinê nekeve xizmeta hêzên deshildar û binpêkirinê wan neyên rewakirin, her wiha rastî neyên berûvajîkirin.
– Madeya 19’an a Ragihandina Cîhanî ya Mafê mirovan a dibêje “Mafê her kesekî ye raman heye, ev maf dide kes nerînên xwe wekî nûçe, nerîn, vegirtin û weşandina wê bê destwerdana tu kesî li cihê ew dixwaze pêk bîne, ev jî bêyî sînordarkirina wê di sînor û xaknîgariyekê de.
Di dawiya rapora xwe de jî em bibîr dixin ku ji destpêka aloziya Sûriyayê ya di sala 2011’an destpêkiriye û heta niha ji ber şer û aloziya li welat 771 rojnamevanan û xebatkarên ragihandinê canê xwe ji dest dane. Bi dehan jî hatine binçav kirin, lê zêde bike hejmarek ne kêm jî hatin revandin û hatin windakirin.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD (YRA)