YRA bi rêveberên buroyên ragihandinê re civiya

Yekîtiya Ragihandina Azad bi nûnerên saziyên ragihandinê yên girêdayî kar û barê wê di nava rêveberiya xweser de re civînek lidarxist.(Hevserokê Daîra Ragihandinê Ciwan Mela Ibrahîm, Hevserokê Buroya Ragihandinê ya Herêma Cizîrê Riyad Yûsiv, Rêveberê Buroya Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî, Rêvebirê Buroya Ragihandinê ya YPG Siyamend Elî, Rêveberê Buroya Ragihandinê ya Asayîşê Ebdulah Sadon)
Civîn roja Yekşemê 19/12/2021 bi amedebûna Hevserokên YRA hat li dar xistin. Civîn bi armanca birêxistinkirina kar û kordînekirina hemû karên têkildarî ragihdinê di navber YRA û Saziyên Fermî de pêk hat
Di civînê de gelek xalên girêdayî rewşa Ragihandin û zehmetiyên ku rastî rojnamevanan tên hat gotûbêjkirin. Her wiha binpêkirinên ku derheqê rojnamevan û saziyan jî pêk tên. Her wekî din jî yek ji xalên nîqaşê mijarên binpêkirina rojnamevan û saziyên ragihandinê yên ji

pîvanên pîşeyî û exlaqî re ku di nava zagona rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatî Sûriyê de hatine erê kirin
hêjayî gotinê ye ku ev civîn yek ji rêzecivînên ku YRA bi saziyên fermî re li dar dixe ye. Armaca sereke ji van civînan jî bilindikrina asta rêxistinkirina kar û şopandina binpêkirin û mexalefetên ku ji aliyê saziyên Rêveberiya xweser ve, saziyên ragihandin û rojnamevan tên kirin
.Di dawiya civînê de, beşdaran ji bo lidarxistina civînek berfireh di rojên pêş de li hev kiri

 

YRA