Empêr …Zîwer şêxo

0

Di salên dirêj ku tejî ked û berxwedanî di şoreşa Rojavayê Kurdisanê de. Mirov dibîne çiqas malbatên welatparêz zor û zehmetî kişandine. Gelemperiya malbatan bi pêşkêşkirina zarokên xwe yê di nava refên berxwedanê de erk û peywira xwe pêk anîn. Helbet, ev erka hemû kesî ye.

Pişt têkçûna Ekonemiya sûriyê û bilindbûna nirxê (Dolar) rewşa welatiyan hejar bû. yek ji kêşeyên sereke yên welatiyan Eliktirîk e, çendî cenatorên eliktrîkê wekî alternatîf  hatine bikaranîn lê heta roĵa îro kêşeya elektrîkê çareser ne bûye.
Ev cenator niha bûne sedema pirsgrêkên nû mîna deng û dûman yên ku ziyanek mezin li derûnî û tendirustiya welatiyan dikin, her wiha rê û resîfên cadeyan digirin û meşa mirovan asteng dike.

Tevî bi dehê caran biriyarên di derbarê karê xwediyên cenetoran derketibe; lê ev rewş berdewam e. nirxê empêrê ku dighêje (1000) L-S ev ĵî ĵi bo welatiyan giran tê, ĵi aliyekî din ve xwediyê cenatoran ew kesne dewlemendin, hin ji  wan jî li derveyî welêt in; lê bi riya simsarên xwe pereyên  xwe li vir didin şixulandin û berîkên hejaran vala dikin. Bihayê empêrekî li ser xwediyê cenator nêzî(400)L-S disekine lê; ew difroşin welatiyan bi (1000) L-S. Dibe ku ji karekî mirov qezenc bike; lê nayê wateya ku ev bibe vekirina deriyekî li pêşiya talankirina welatiyan.
Li vir em pirs dikin: em ĵi wekheviya dadmendî, parastina welatiyan ĵi (keysbaziyê) dixwazin. Niha komîn û koperatîf li ku dimînin û ji bo vê rewşê çi karî dikin? da ku civaka me ĵi bin gefên bazirganan rizgar bikin.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.