şehadeta kamîrevanê kenala Kurdistan TV Erkan Şerîf

0

Di dîroka mirovahiyê de, çapemenî yek ji wan karên ku çavên civakê lê ye, da ku hemû rûdan û bûyeran bibhîzin ûtiştên veşartî ronî bikin lewra her û her hêzên desthilatdar êrîşî rojnamevan û dezgehên çapmeniyê yên azad û dijberdikin û ew ji xwe re kirine armanc da ku çavê civakê venekin û rastiya sitemkariya wan eşkere nekin. Îro 30`êcotmehê me bi xemgînî agahiya şehadeta kamîrevanê kenala Kurdistan TV Erkan Şerîf bihîst, piştî zêdeyî 13 salan jixebata di nava çapmeniya Kurdî de, komek Çekdar bi awayek hovane ew şehîd xistin, ev jî carek din tirsadesthilatdaran ji Rojnamevanan nîşan dide. Em jî bi navê Yekîtiya Raghandina Azad a Rojavayê Kurdistanê di serî deji zarok, malbat û hevalên Şehîd Erkan, hemû rojnamevanên Cîhanê re sersaxî dixwazin û hevxemiya xwe bi we renîşan didin. Dîsa em bang li saziyên peywendîdar çi yên raghanidê bin û çi yên mafê mirovan bin, ên herêmî ûnavnetewî dikin ku di derbarê vê gunehkariyê de bêdeng nemînin û fîşara xwe bikin heta ku kesên ev sûc kirinewerin cezakirin. Herwiha em bang li aliyên siyasî yên başûrê kurdistanê dikin ku rojnamevan û dezgehên raghandinênebin qurbanê nakokiyên siyasî ku doh hin saziyên çapmeniyê rastî êrîşê hatibû . Wekî ku çawa beriya niha jî me bihemû şehîdên çapmeniyê re soz daye, em îro jî soz didin ku, em ê her li ser xeta xwe ya şopandina rastiyê bin ûewna tevahiya şehîdên çapmeniyê bicîh bînin

Yekîtiya Raghanidna Azad

2017-10-31

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.